Tirkiye

Komara Tirkiyeyê
Türkiye Cumhuriyeti
Ala Mertal
Dirûşm: Egemenlik, kayıtsız şartsız Milletindir[1]
(Serdestî bêqeyd û bêşert a gel e)
Sirûd: İstiklal Marşı
Sirûda Serxwebûnê

Şûnewarê Tirkiye
Şûnewarê Tirkiye
PaytextEnqere
39°55′Bk 32°50′Rh / 39.917°Bk 32.833°Rh / 39.917; 32.833
Bajarê mezin Stembol
41°1′Bk 28°57′Rh / 41.017°Bk 28.950°Rh / 41.017; 28.950
Zimanên fermî Tirkî
Zimanên herêmî Kurdî
Adigeyî
Erebî
Ermenî
Lazî
Yewnanî
Bosnî
Albanî
Bulgarî
gelek zimanên din
Komên etnîkî 70 % Tirk[çavkanî hewce ye]
19% Kurd
11% ya din
Dîn Pirranî Îslam
Demonîm Tirk an jî Romî
Rêveberî Komara asasiya yekpare serokatî
 •  Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan
 •  Cîgirê Serokê Cevdet Yılmaz
 •  Gotevana Meclîsa Mezin a Neteweyî Numan Kurtulmuş
 •  Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê Kadir Özkaya
Avakirin
 •  Împeratoriya Osmanî c. 1299 
 •  Şerê Rizgariya Tirkiyeyê 19ê Gulan 1919an 
 •  Hikûmeta Meclîsa Neteweyî ya Mezin 23ê Avrêl 1920an 
 •  Rakirina siltanatî 1ê Mijdar 1922an 
 •  Peymana Lozanê 24ê Tîrmeh 1923an 
 •  Ragihandina Komar 29ê Cotmeh 1923an 
Rûerd
 •  Giştî 783,562 km2 (36.)
 •  Av (%) 2.03[2]
Gelhe
 •  2023 Giştî 85,279,553[3] (17.)
 •  Tîrbûn 111/km2} (107.)
TBH (PHK) 2023 texmînkirin
 •  Giştî $3.573 trîlyon[4] (11.)
TBH (nomînal) 2023 texmînkirin
 •  Giştî $1.029 trîlyon[5] (19.)
Gini (2019)41.9[6]
navîn
PPM (2021)Zêdebûn 0.838[7]
pir bilind · 48.
Dirav Lîraya tirkî
Demjimêr UTC+3
Hatûçûna ajotinê rast
Koda telefonê + 90
ISO 3166 TR
Înternet TLD tr.

Tirkiye an jî Komara Tirkiyeyê (bi tirkî: Türkiye Cumhuriyeti) dewletek li nîvgirava Anatolyayê ye ku li ser beşek erdnîgariya Kurdistanê û beşek biçûkê nîvgirava Balkanan ku li başûrê rojhilata Ewropayê ye hatiye ragihandin. Sînorên Tirkiyeyê bi heşt welatan re hene: Bulgaristan li bakurê rojavayê, Yewnanistan li rojavayê, Gurcistan li bakurê rojhilatê, Ermenistan, Îran û Azerbaycanê li rojhilatê, Iraq û Sûrî li başûrê rojhilat û başûrê wê dikevin. Ew bi Deryaya Navîn li başûrê, Deryaya Egeyî li rojavayê û Deryaya Reş li bakurê tê dorpêçkirin. Deryaya Marmara jî li navbera axên Tirkiyeyê dikeve. Ev derya wekî sînorê parzemîna Ewropayê û Asyayê tê hesibandin û bi vî awayî Tirkiyê dewletek du-parzemînî ye.

Deverên din ên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê yek ji wan herêmên herî pêşîn ên cîhanê ku bi domdarî bûye cihwarê mirovan, mal û warên girîng ên Neolîtîk ên mîna Girê Mirazan li Kurdistanê bû û şaristaniyên kevnar ên di nav de Hattît, Hîtît, gelên Anatolya, Yewnan, Suryanî, Faris, Kurd û yên din lê dijîn.[8][9][10][11]

Piştî fethên Îskenderê Mezin ku serdema Helenîzmê dest pê kir, piraniya herêmên Anatolyayê yên kevnar ji aliyê çandî ve helenîze bûn[9] û ev yek di serdema Bîzansiyan de jî berdewam kir.[12] Tirkên selcûqî di sedsala 11an de dest bi koçkirina Anatolyayê kirin û bi vê yekê pêvajoya tirk kirina Anatolyayê dest pê dike. Siltanatiya Rûmê a selcûqî heta êrîşa Mongolan di sala 1243an de pirraniya Anatolyaya navînê desthilatdarî kir û piştî ku ew li ser mîrekiyên biçûk ên tirkan belav bû.[8] Di destpêka sedsala 13an de, Osmaniyan bi mîrekiyên tirkî a din kirin yek û herêma Balkan zeft kirin, di dema Osmaniyan de tirkkirina Anatolyayê bêtir pêşve çû.[10] Piştî ku Mehmed II di 1453 de Konstantînopolîs (niha Stembol) zeft kir, berfirehbûna Osmaniyan di bin Selîm I de berdewam kir. Di dema serdestiya Silêman I de, Împeratoriya Osmanî bû hêzekî cîhanî.[13][14]

Piştî damezrandina dewleta Osmanî, Şerê Rizgariya Tirkiyeyê bi alîgerên xwe ji hinek eşîrên Kurd li dijî dewletên hevalbend ên dagirker di 1ê Mijdara 1922an de ji holê rakirina Siltanatê, di 24ê Tîrmeha 1923an de Peymana Lozanê (ku li şûna Peymana Sevrê bû, wekî bi mînak soza dewleta kurdî da, lê ji aliyê Mustafa Kemal Atatürk ve nehate cîbicîkirin) hat îmzekirin û di 29ê Çiriya Pêşîn 1923an de jî Komarê hat îlankirin. Bi reformên ku ji aliyê serokkomarê yekem ê welêt Mustafa Kemal Atatürk ve hat destpêkirin. Tirkiye di piraniya Şerê Cîhanî yê Duyem de bêalî ma, lê li aliyê Hevpeymanan kete qonaxên dawî yên şer.

Di salên destpêkê yên desthilatdariya Tirkiyê de di navbera salên 1923 - 1938an de bi giranî li rojhilatê Tirkiyê di nav kurdan de serhildanên cudaxwaz çêbûn,[15] ku beşek ji nêrîna Îslamî[16] an jî daxwazên Neteweperistî dihatin kirin, gelek caran bi awayekî hovane hatin tepisandin (binere: Komkujiya Zilanê an Komkujiya Dêrsimê).[15][17][18][19] Herî kêm 100.000 kurd mirin di van "peywirên paqijkirinê" ku dewletên tirk bi nav kir de û nêzî 3-4 hezar gund hatin wêrankirin.[18][19] Li gorî çavkaniyan, diviyabû di vê serdemê de herî kêm 1 milyon kurd sirgûnî bajarên tirkan bibûna, di encamê de jî divê ev kurd bileztir beşdarî siyaseta tirkkirinê bibin.[20][21] Îro tê peşbîn kirin ku 7 heya 8 milyon kurd li bajarên ku bi pirranî tirk in dijîn wekî Stembol, Enqere, Îzmîr, Antalya, Qonye, Edene û hinek bajarên wiha ku wek beşekî mezin ji wan ne-kurdîaxiv e lê dijîn. Tê peşbînîkirin ku têne jî 3 heya 4 milyon kurd li Stembolê dijîn. Ev yek Stembol wek bajarê herî qelebalixê ku kurd lê dijîn destnîşan dike.[22][23][24]

Tirkiye di Şerê Korêyê de roleke girîng lîst û di sala 1952 de endama NATOyê bû. Di salên Şerê Sar de, welat du derbeyên leşkerî di salên 1960 û 1980an de, û di salên 1970an de heyamek aloziya aborî û siyasî derbas kir. Aborî di salên 1980an de lîberalîze bû, bi sedema mezinbûna aborî û aramiya siyasî. Ji sala 2002an vir ve, pergala siyasî ya welêt ji hêla Partiya Dad û Geşedanê û serokê wê Recep Tayyip Erdoğan ve tê birêvebirin ku heya sala 2013an di bin desthilatdariya wî de heya sala 2013an aboriya Tirkiyê di astek normal de bû.[25][26] Piştî sala 2013an aboriya Tirkiyê her ku diçe têk diçê û di navbera salên sala 2020an û 2023an aboriya Tirkiyê dadikeve asta herî xirab[25] ku hêza aboriya welatiyan dadikeve û di sala 2023an de enflasyona Tirkiyê digihîje asta herî bilind a dîrokî.[27] Destkeftiyên aborî yên destpêkê yên hikûmeta AKPê ku bi dahatên taybetmendî û deynan ve hatin fînanse kirin, di bin siya paşveçûna demokratîk û hilweşîna cihêbûna desthilatan û azadiyên sivîl de, ku piştî ku komara parlamenî bi referandûmê veguherî pergala serokatiyê ya îcrayî di sala 2017an de geş bû.[28]

  1. ^ "Milli Egemenlik". Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 sibat 2015. Roja gihiştinê 22 tebax 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Surface water and surface water change". stats.oecd.org. Roja gihiştinê 20 tebax 2023.
  3. ^ "TÜİK Kurumsal". data.tuik.gov.tr. Roja gihiştinê 13 tebax 2023.
  4. ^ "Report for Selected Countries and Subjects". IMF (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 tebax 2023.
  5. ^ "World Bank Open Data". World Bank Open Data. Roja gihiştinê 20 tebax 2023.
  6. ^ "Turkey". World Economics. Roja gihiştinê 20 tebax 2023.
  7. ^ "System file documents-Turkey" (PDF).
  8. ^ a b Howard, Douglas A. (Douglas Arthur) (2001). The history of Turkey. Internet Archive. Westport, Conn. : Greenwood Press. ISBN 978-0-313-30708-9.
  9. ^ a b Steadman, Sharon R.; McMahon, Gregory (15 îlon 2011). The Oxford Handbook of Ancient Anatolia: (10,000-323 BCE) (bi îngilîzî). OUP USA. ISBN 978-0-19-537614-2.
  10. ^ a b "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 gulan 2019. Roja gihiştinê 13 tebax 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ The Cambridge Ancient History (bi îngilîzî). Cambridge University Press. 1970. ISBN 978-0-521-08691-2.
  12. ^ Freedman, David Noel; Myers, Allen C.; Beck, Astrid B. (2000). Eerdmans Dictionary of the Bible (bi îngilîzî). Wm. B. Eerdmans Publishing. ISBN 978-0-8028-2400-4.
  13. ^ Masters, Bruce (29 nîsan 2013). The Arabs of the Ottoman Empire, 1516-1918: A Social and Cultural History (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-1-107-03363-4.
  14. ^ Somel, Selcuk Aksin (23 adar 2010). The A to Z of the Ottoman Empire (bi îngilîzî). Scarecrow Press. ISBN 978-1-4617-3176-4.
  15. ^ a b "The Massacre in Dersim Still Haunts Kurds in Turkey". jacobin.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 13 tebax 2023.
  16. ^ Olson, Robert W.; Tucker, William F. (1978). "The Sheikh Sait Rebellion in Turkey (1925): A Study in the Consolidation of a Developed Uninstitutionalized Nationalism and the Rise of Incipient (Kurdish) Nationalism". Die Welt des Islams. 18 (3/4): 195–211. doi:10.2307/1570466. ISSN 0043-2539.
  17. ^ Watch, Corporate (16 sibat 2016). "Turkey's bloodiest massacre and displacement of the Kurds since the 1990s is happening now". Corporate Watch (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 13 tebax 2023.
  18. ^ a b Studies, Al-Furat Center for (19 sibat 2020). "The Kurds and the Policy of Atrocities and Massacres Targeted their Cultural and Physical Existence". Al-Furat Center for Studies (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 13 tebax 2023.
  19. ^ a b KGD (13 tîrmeh 2022). "Zilan-Massaker". Kurdische Gemeinde Deutschland e.V. (bi almanî). Roja gihiştinê 13 tebax 2023.
  20. ^ Yegen, Mesut (2009). ""Prospective-Turks" or "Pseudo-Citizens:" Kurds in Turkey". Middle East Journal. 63 (4): 597–615. ISSN 0026-3141.
  21. ^ Mills, Amy (2018). "Becoming Blind to the Landscape: Turkification and the Precarious National Future in Occupied Istanbul". Journal of the Ottoman and Turkish Studies Association. 5 (2): 99–117. doi:10.2979/jottturstuass.5.2.08. ISSN 2376-0699.
  22. ^ Kolektif (6 tîrmeh 2021). KIRIK SAAT DERGİSİ 2. SAYI (bi tirkî). Tahir Elçi İnsan Hakları Vakfı İktisadi İşletmesi.
  23. ^ Çiçek, Cuma (22 kanûna pêşîn 2016). The Kurds of Turkey: National, Religious and Economic Identities (bi îngilîzî). Bloomsbury Publishing. ISBN 978-1-78673-109-8.
  24. ^ Toivanen, Mari (21 îlon 2021). The Kobane Generation: Kurdish Diaspora Mobilising in France (bi îngilîzî). Helsinki University Press. ISBN 978-952-369-043-1.
  25. ^ a b "Turkey GDP - Gross Domestic Product 2013 | countryeconomy.com". countryeconomy.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 tebax 2023.
  26. ^ "Report for Selected Countries and Subjects". IMF (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 tebax 2023.
  27. ^ "Annual inflation in Turkey reaches record 25-year high of 85.5%". euronews (bi îngilîzî). 3 çiriya paşîn 2022. Roja gihiştinê 14 tebax 2023.
  28. ^ Oder, Bertil Emrah (2021). "Turkey's Democratic Erosion: On Backsliding and the Constitution". Social Research: An International Quarterly. 88 (2): 473–500. doi:10.1353/sor.2021.0022. ISSN 1944-768X.

From Wikipedia, the free encyclopedia · View on Wikipedia

Developed by Nelliwinne