Kurdistan (کوردستان; i/kʊrdɪstɑːn/), welatekî jeoçandiyê li Rojhilata Navîn û li Asyaya Rojava ye ku piraniya nifûsa sereke ji kurdan pêk tê. Kurdistan cihwarek dîrokî ya kurda ye ku li Kurdistanê kurd bi çand, ziman û bi nasnameya xwe ya neteweyî li Kurdistanê jiyan kirine. Ji aliyê erdnîgarî ve Kurdistan bakurê rojavayê Zagrosê û rojhilatê çiyayên Torosan vedihewîne.
Kurdistan yan jî erdnîgariya kurdan di despêkê de piştê şerê osmanî û sefewîyan bi Peymana Qesrê Şirîn dibe du perçe û piştre jî piştî bi hilweşandina împaratoriya osmaniyan ve di navbera çar dewletên neteweperest ên ku li ser esasiyên yek-netewe hatine avakirin, di navbera dewletên Tirkiye, Sûrî, Îraq û Îranê de tê perçe kirin û bi van perçekirinan Kurdistan dibe çar perçe.[1][2]
Piştî Peymana Lozanê erdnîgariya Kurdistan bi vê peymanê di navbera çar dewletên neteweperest de tê perçe kirin. Dewletên ku li ser esasiyên yek-netewe (mîlîtarîst) hatine avakirin, herêmên Kurdistanê ku di bin serweriyên wan de dimîne, ji aliyê van dewletan ve demografiya gelek bajar û gundên Kurdistanê bi neteweyên wekî tirk û ereban hatiye guhertin. Li ser van beşên Kurdistanê ku di bin serweriya van dewletên neteweperest de dimîne bi awayên tund zext û înkarkirin li ser ziman û çanda kurdan hatine meşandin.[3][4]
Li gorî van parçebûnan di roja îro de çar perçeyên Kurdistanê wekê Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê hatine binavkirin.